Mejiyan dişon: Hezar û neh sed û heştê û çar

Mejiyê wî ast bi ast dihat şuştin. Di serê wî da dihat xwendin. Bi tiştên derew û dijminê hebûnê bo hebûna xwe ya serdestbûnê bidomînin geh bi dîmenan geh bi perwerdehî geh bi danûstandinê geh bi kuştinên li orta rastê hebûna xwe didan hîskirine. Mejî destbixistin ji qadên cur bi cur pêk tê. Rahîbên Zerdûştî sedîsed bo kontrola dil û mejî û jê pê bawer binîn şagirtên xwe di astên dijwar da derbas dikirin.

Asta herî bilind jî bi tena serê xwe di şikeftên wan da bi mehan dihatin terbiyekirin. Heta ku rahîbên mezin ji şagirt baweriyek tam nestandina ji wir dernediket. Sedîsed teslîmiyet dixwestin. Vêga ol û îdeolojî çi nerm çi hişk û tûnd be di esasê xwe de sedîsed teslîmiyetê dixwazin. Ne tenê ol û dîn viya pêktîne, dewletên kapîtalîst bi kirasê azadiyê va pergala xwe dimeşînin. Di nav sîmîlasyonek da perdeyên cur bi cur hişek yekserî dixwazin ava bikin. Dinyayek ku li ser pergalek bê meşandin û di dawiya dawî da her ferd bi dilê xwe bibe perestgehek. Rojên dijwartir ji me re çav dike/diniqîne, bo teqandine her tişt amade ye, piştî rojên dijwar û feleket em ê çi bibînin? Tiştê ku emê bibînin jiyanek hilûhor, birîndar, ji xwe ketî û nexweş… Ji vêga ye em vana hîsdikin û dijîn. Yanî tecrûbeyên me yê bêhempa henin.

Ew ên di nav konfor û xweşiyê dane ji jiyana me didizin û dikin fika fik bila ew bifikrin. Ji xeynî jiyan û zimanê me ti tiştek nemaye ku em jê feyz û qewetê bîstînin. Ger teslîmiyetek hebe bila ew jî bo ziman û çanda me be. Ger em îradeya xwe li ber tiştek bitewînin bila ew ziman û çanda me be. Ger em ji xwe re serokek û îdeolojiyek peyda bikin bila ew ziman û çanda me be. Ger em ji xwe re eşîr û malbatek peyda bikin bila ew ziman û çanda me be. Ger me jiyanek bi dilê xwe ava kir bila rênas û ronkahiya me ziman û çanda me be. Dibe ku em ji oldarên durû û aparatên wan her tim teşîr û îfşa bikin. Dibe ku em di bin kirasê welatperweriyê da welat û hebûna me pêşkêşî dijmin dikin wan teşîr û îfşa bikin. Welatek bi bîrûbaweriya hebûna mezin dibe û xwe dide qebûlkirin. Dîsa bîrûbaweriyek li ser ziman tê vegotin, ji xwe re xas e û bi vê riyê mezin dibe. Ger ya tu yê însanek îthal bî yan jî ji xwe re xas bî. Bo xasbûnê tenê rêyek heye ew jî diyar e.

Ez ne şaş bim pazdeh sal berê bû min pirtûka George Orwell bi navê “Hezar û nehsed û çar” xwendibû. Xwendinên ewil yanî tenê bo xwendinê tên xwendin bandor û tesîra wê gelek kêm e. Rihê berhemê meriv nikare biqefile. Bêguman ew xwendinên tenê bi xwendin tê xwendin dîsa dibin hiş da ji xwe re hêlînek ava dike. Piştî xwendinên min ê duyem pirtûka Orwell jî di rêzê dabû. Lê pirtûk li ser sînemaye jî hatibû adeptekirin. Ji platformek min fîlmê daxist û seyr kir. Atmosfera fîlmê di navbera tarî û gewrbûnê da destpê dike û heta dawî jî wisa diçe. Tenê hev dîtinên Winston û endamê hizba/partiya Outerê Julia di fîlme da reng û behna meriv fireh dike. Ev hevdîtin di destpêkê da bedena hevûdin naskirinê ye.

Bi dizîka tên ba hevûdin û bi seatan bênavber bi arezû û agirê di wan da kom biye bi ser hev re dirîjinin. Di esasê xwe da çalakiyên ferdî pêktînin çimkî komiserên civaka henin, polesên raman û fikrê henin. Di nav hişê wan da seks û têkiliya cinsî derbas bibe û ev tişt were rojevê dawiya wî îdam e. Kin û kurtasî trolansê nîşan nadin û di bin pergala totalîtera faşîst da li dijî pergalê fikrek berdela wî mirin e. Îro kuştin û înfaz di formek din da tê meşandin; gelên bindest di heft qitayê da tên cezakirin. Bindestiya Wînston û Julîayê ji fikrên xwe tên cezakirin em bo zimanê xwe reşik jî ji reşbûna xwe. Wînston Julîa çi dixwaze bizane, hal û tevgirtina pirskeriya Julîa li ser Wînstonê bandorek ava dike û li gor rejîmê jî nêzikitiya wan necaîz e.

Çiqas firsedê bibînin bênavber didin navê ev çalakiya wan di esasê xwe da serîrakirine. Şeytanên rejîmê ne di ser da bêehlaq in. Li dikana sahafê Wînston odeyek kirê dike bo bi Julîayê ra were ba hevûdin, Julîa jî ji karaborsayê çaya heqîqî, qehweya heqîqî, şekirê heqîqî û cihên rengo rengo li odeya biçûk nîşanê Wînstonê dide. Qederek wisa wek di nav xew û xeleyan da dijîn barê ku rejîma faşîst li ser welatiyan bar kiriye di nav ew odeyê da hinek bibe jî kêm dibe. Piştî demek kin bi îxbara xwediyê dikanê di odeyê da wan zeft dikin. Polesên fikrê wan desteser dikin. Jixwe “azadiya ramanê” hatiye qedexekirin.

Li pişt wêneyek kevn katedralê da kamerayek hatiye veşartin û çi xeberdane û çi kirine hemû tomarkiriye. Wek roja îro ya me, her tişt bi kemerayan tê tomarkirin. Dikandarê îxbarker îro ne medyaya civakî ye? Li ser medyayên civakî fikir û ramanên xwe meriv bi rihetî nikare eşkere bike. Çimkî wek fîlmê da hatiye diyarkirin Polesên Ramanê henin; ev Polesên Ramanê di roja me da li ser medyaya civakî rû didin. Komîserên wêjeyê, komîserên rojnamegeriyê, komiserên partî û rexistinan îxbar dikin ji sîstemê re. Wînston û Julîa bo lêpirsînê dibin Wezereta Evînê. Berpirsiyarê wezeratê Mr.O’Brîen îşkenceyek bi sîstematîk li ser Wînstonê dimeşîne. Ev îşkence mejî şuştin/bi serî de xwendinê pêktîne. Asta mejî şuştina dawî jî Room 101ê li wir têgeha “tiştê herî xerab” li ser ferd bi taybetî tê meşandin. Ev rêya taybetî jî tirsa şexs didin destpêkirin û alîkariyê jî travmayên ferdî distînin. Di welatek xeyalî da nivîskar “mejî şuştinê” bi çi awayî tê kirin daye pêşiya me. Li welatê me bi taybetî bi rêya ol û dînê îslamî di ser da jî bîrûbaweriyên eletewş wek “wetanek hevpar”, “biratiyan gelan”, “ûmmetîzm” mejiyê ciwanan bi dest dixin û hê jî ev tevgirtin didome. Li welatek xeyalî rastiya rojane ya me hatiye nivîsandin.

Seyra fîlmê çi qas zehmet be, romana wî ew qas xweş diherike, meriv ji xwendina wî acis nabe. Peyvên li ser rûpelan hatiye rijandin ew qas tarî û bêhnteng nîn e. Pirtûk xweş diherike belkî dîmenên hevokan di hiş da tezahûr nabe. Belkî xwendinên ewil serdevkî tê xwendin piştî xwendinên duyem û çavkaniyên ku xwendinê xurt dike xwîner baş fehm dike ka çi bûye û çi hatiye kirin. Orwell di berhema xwe da bal dikşîne ser gefxarinên rejîmên totaliter. Dewlet bi cîhazên elektronîk û bi rêya teknolojiya bilind propagandayê dike, wan dişopîne û bi pergela teknîka “mejî şuştin”ê girseyan dike bin bandora xwe. Welatî êdî vedigerin otomatek, dibin robotek. Bi destê dewletê ciwanên kurd û zar û zêçên wan bi propagandayên olî ji hebûna xwe tên veqatandin. Piyonên wan jî li meydanê ne. Sedsal bênavber bi destê oldaran em tên qirkirin, dîsa bi destên kapîtalîstên modern hinderê hebûnê pûç û vala dikin. Sal ne hezar û nehsed û çar e, sal du hezar û bîst û sise ye, lê bi hemû hêz û qeweta xwe mejî tên şuştin… Romana Orwell di pêşeroja me da çiqas ew ê bicîh bibe meriv nizane, lê destpêka ev sîstemê hêdî hêdî pêkte. Wê gavê sîstema ku li pêşeroja me silav dide me dibe ku em ev sîstemê bo hebûna xwe bikarbînin û tije bikin. Ger sîstemek hebe meriv dikare tê da qulan jî veke. Kî/ê dizane belkî “Dîjîtalîzm” xelasiya me be.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x